Live hören
Jetzt läuft: Humains von Damso

Sêyemîn salvegera dagirkirina Efrînê

Flüchtlinge sitzen mit Gepäck auf einem offenen Lastwagen auf einer Straße im Nord-Osten von Afrin

Rojev

Sêyemîn salvegera dagirkirina Efrînê

Dagirkerîya ser Efrînê ket sala sêyemîn. Ji hingî ve gelek nûçeyên binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şerrî tên, ku bi destê artêşa Tirk û çekdarên îslamî ve tên kirin.

20ê Kanûnê ya sala 2018an. Di vê rojê de êrîşên Tirkîyeyê yên ser Efrînê dest pê kir, ku Tirkîyeyê vê yekê wekî operasyona leşkerî ya şaxa zeytûnê bi nav dikir. Ev roja hanê ji Kurdên Rojava ne bi tenê karesateke sîyasî lê herweha karesateke însanî bû. Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî cara pêşîn hêremeke di bin kontrola xwe de ji dest da. Bi sed hezaran niştecihên Efrînê aware bûn û ev sê sal in hîna jî li Şehbayê, herêmeke di navbera Efrîn û Helebê de, di wargehên penaberan de dijîn.

Xelkê Efrînê, ku ji bajêr derneketin, ew jî ev sê sal in di bin zordestîyekê de dijîn, ku herroj nûçeyên kuştin, revandin, destdirêjî, dizî û talanan tên, ku bi destê çekdarên îslamî, ku Tirkîye piştîgirîya wan dike, pêk tên. Ji Efrînê, Rojnameger Mihemed Billo di dema êrîşan de li Efrînê bû û wî ev sûcên şerrî bi fîlman belge kirin. Demeke kurt a berîya ketina bajêr, ew jî ji bajêr derdikeve û pêşî berê xwe dide Başûr lê paşê dîsa vedigere Rojava.

Hevpeyvîna digel Mihemed Billo

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 24.01.2021 08:34 Min. Verfügbar bis 24.01.2022 COSMO


Download

Stand: 24.01.2021, 16:28