Live hören
Jetzt läuft: NEU Manyè von David Walters

Operaya Tosca êdî bi Kurdî ye

Operaya Kurdi Tosca

ÇAND Û HUNER

Operaya Tosca êdî bi Kurdî ye

Operaya nivîskarê Îtalyayî Puccini a bi navê Tosca bi Kurdî tê pêşkêş kirin. Operaya ku derhênerîya wê Celil Toksöz kiriye ji alîyê Kawa Nemir ve hatîye wergerandin. Tosca ya bi Kurdî herweha ne di forma klasîk de lê belê bi şêwazeke Kurdewarî tê lîstin.

Derhêner Celil Toksöz piştî listîka Hamlet a Shakespeare niha jî operaya Tosca ji bo temaşevanên Kurd amade kir. Lê belê Tosca ya Kurdî ne di forma klasîk a Ewropî de ye lê belê di forma dengbêjîyê de ye, ku navê 'Operaya Gelêrî' lê dikin. Di nav lîstikvanên wê de hunermendên navdar ên wekî Dodan û endamê Koma Laje Ali Tekbaş jî hene. Hevdem çendîn hunermendên jêhatî û dengbêjeke jin a ciwan Hediye Kalkan jî kadroyê dewlementir dike. Listîk li Hollandayê li çendîn deveran hat pêşkêş kirin. Hevkarê me Celil Kaya amade kir. Xwendina nûçeyê: Gulistan Acar

Operaya Tosca êdî bi Kurdî ye

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 17.11.2019 04:50 Min. Verfügbar bis 16.11.2020 COSMO

Download

Stand: 18.11.2019, 11:54