Live hören
Jetzt läuft: Disparate youth von Santigold

Şano-Radyo: Die Krabbenwanderung

Illustration: Eine rote Krabbe mit kurdischer Flagge, in ihrem Panzer spiegelt sich ein Hochhaus wider.

ÇAND Û HUNER

Şano-Radyo: Die Krabbenwanderung

Nivîskar Karosh Taha di sala 2019’an de yekemîn romana xwe ya bi navê Beschreibung einer Krabbenwanderung weşand. Roman bi du zimanan wekî şanoya radyoyê hat amade kirin.

Nivîskar Karosh Taha di sala 2019’an de yekemîn romana xwe ya bi navê Beschreibung einer Krabbenwanderung anku Şayastina Koçberiyeke Kevjalan weşand. Nivîskar di 2020’an de romana xwe ya duyem a bi navê Im Bauch der Königin anku Di Zikê Melikeyê de jî weşand. Lê belê emê beha roma wê ya pêşîn bikin, ya rast emê şanoya radyoyê bikin, ku xwe li ser romana wê dispêre. Şanoya Radyoyê, ku bi hevkariya WDR 3 û Cosmo ve hat amade kirin, li ser WDR 3 bi Almanî û li ser Cosmo Bernama Kurdî de jî bi duzimanî anku bi Kurdî û Almanî tê weşandin.

Karosh Taha über "Beschreibung einer Krabbenwanderung"

Karosh Taha di vê romana xwe de behsa koçberiya kevjalan dike, anku bi cih hiştina warê mirov ji bo lêgerîna jiyaneke baştir. Lê belê di romanê de zehmetiyên ku di dema koçkirinê rûdidin na lê belê zehmetiya bi cih bûna di nav wê jiyana nû de derdikevin pêş. Kevjal di romanê de mecazek e, ku gavek pêş de diçe û du gav paş de, heta ku xwe digihîne hedefa xwe. Roman jî behsa serpêhatiya malbateke Kurd a ji Başûrê Kurdistan’ê dike, ku li Almanya’yê dijî.

Buchcover: "Im Bauch der Königin" von Karosh Taha

Di naverasta çîrokê de Sanaa ya 22 salî heye, ku diçe zanîngehê. Hevalekî wê yê kurik heye û bi ser de jî evîndarekî wê heye. Sanaa di navbera azadiya jinê û kontrola civakê de maye û di nav têkiliyên malbatî de dikeve nav hestên nakok. Ew ji xwe re jiyaneke din dixwaze lê belê taxa wan, balaxaneya ku ew tê de dijîn û berî hertiştî jî diya wê Asiya, ku depresyon pê re ye, li ber xeyalên wê asteng in. Bavê wê Nasser xwe ji malbatê dûr dixe. Xwişka wê Hêlîn hîna 15 salî ye û nizane di jiyana xwe de çi dixwaze. Û helbet metika wê Xalîde heye, ku herroj titûnê dikişîne û çavdêriya herkesî dike. Di nav hawîrdoreke weha de Sanaa daku azadiya xwe bi dest bixe serî hildide lê belê berpirsiyariyên wê yên malbatî hene, ku ew nikare ji ber wan bireve. Herweha paşê mêrikekî bi erebeya xwe ya Volvo jî dikeve nav jiyana wan.

Krabbenwanderung (1/3): Jina ciwan û nakokiya digel malbatê

WDR 3 Hörspiel 06.12.2021 34:46 Min. Verfügbar bis 07.06.2023 WDR 3


Download

Krabbenwanderung (2/3): Di navbera Almanya û Kurdistan’ê de

WDR 3 Hörspiel Teil 2 von 3 06.12.2021 33:50 Min. Verfügbar bis 07.06.2023 WDR 3


Download

Krabbenwanderung (3/3): Sanaa xwe li dij wî mêrîkî diparêze

WDR 3 Hörspiel Teil 3 von 3 06.12.2021 36:28 Min. Verfügbar bis 07.06.2023 WDR 3


Download

Stand: 11.12.2021, 17:31