Live hören
Jetzt läuft: Best friend von Saweetie feat. Doja Cat

Mêvanê heftê: Azad Kour

Azad Kour, Author vom Kochbuch 'Salz und Sehnsucht'

ÇAND Û HUNER

Mêvanê heftê: Azad Kour

Xortekî ji Kobanê, Azad Kour vê dawîyê pirtûkeke li ser xwarinên Kurdî çap kir. Me navê Azad berê jî ji ber koma muzîkê Zollhaus Boys bihistibû. Azad vê heftê dibe mêvanê Bernama Kurdî.

Vê heftê mêvanê Bernama Kurdî Azad Kour e. Azad xortekî 21 salî ye û xelkê Kobanê ye û ev 6 sal in li Bremenê dijî. Me navê wî berê ji koma muzîkê ya bi navê Zollhaus Boys bihistibû. Lê azad vê dawîyê pirtûkeke li ser xwarinên Kurdî derxist.

Di nav pirtûkê de çendîn tarîfên xwarinên Kurdî hene, bi taybetî jî xwarinên ji Kobanîyê. Lê belê tê de herweha hin serpêhatî û munasebetên taybet jî hene, ka ev xwarin kengî û bi çi awayî tên çêkirin. Azad ji me re behsa pirtûka xwe û serpêhatîya xwe dike.

Mêvanê heftê: Azad Kour

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 24.01.2021 08:41 Min. Verfügbar bis 24.01.2022 COSMO


Download

Stand: 24.01.2021, 16:50