Live hören
Jetzt läuft: Jerusalema von Master KG feat. Nomcebo Zikode

Mêvanê heftê: Bashdar Hazhar

Musa in Kobane by Bashdar Hazhar

ÇAND Û HUNER

Mêvanê heftê: Bashdar Hazhar

Vê heftê mêvanê Bernama Kurdî derhênerê belgefîlma berxwedana Kobane 'Musa in Kobane' Bashdar Hazhar e.

Bashdar Hazhar ev 21 sal in bi karê sînemayê re mijûl dibe. Wî bi kameramanîyê dest bi vî karî kiriye lê vê dawîyê derhênerîya çendîn fîlman jî kir, ku di sala 2012an de di Festîvala Dîdarî Çira de xelata baştirîn fîlma mirovdost stend.

Bashdar Hazhar herweha derhênerê belgefîlma 'Musa in Kobane' ye û ji bo kişandina vê fîlmê çûye Kobane. Derhêner dibêje çêkirina belgefîlman ji bo wî ne tenê karekî hunerî ye lê herweha peywirek e, ku nifşên nû dîroka xwe hîn bin.

Hevpeyvîna digel Saman Haddad

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 10.01.2021 13:13 Min. Verfügbar bis 10.01.2022 COSMO


Download

Stand: 17.01.2021, 14:57