Listîkvan Zübeyde Bulut

Zübeyde Bulut - Schauspielerin

ÇAND Û HUNER

Listîkvan Zübeyde Bulut

Listîkvana şano û sînemayê Zübeyde Bulut di şanoya radyoyê ya bi navê Krabbenwanderung de karaktere sereke keça Kurd Zana dilîze. Zübeyde vê heftê bû mêvana COSMO Kurdî.

Em şanoya radyoyê ya bi navê Krabbenwanderung anku koçkirina Kevjalan diweşînin. Listîk xwe dispêre ser romana Beschreibung einer Krabbenwanderung anku Şayastina Koçberiyeke Kevjalan a nivîskar Karosh Taha, ku di sala 2019’an de hatibû weşandin.

Di vê şanoyê de karaktera sereke Zana ji aliyê listîkvan Zübeyde Bulut ve tê lîstin. Zübeyde Bulut bi eslê xwe xelkê Bişêriyê ya Batman’ê ye û Kurdeke Êzîdî ye. Ew di 3 saliya xwe de tevî malbata xwe hatiye Almanya’yê.

Zübeyde Bulut di Akademiya Listîvaniyê ya Berlîn’ê perwerde dibe û pêşî di çendîn şano û kurtefilman de rolan dilîze. Paşê di fîlma derhêner Eva Husson a bi navê ‘Girls of the Sun’ de can dide karaktera Lamia. Hêjayî gotinê ye ev fîlm di 2018’an de di Festîvala Navnetewî ya Cannes de berbijêreke beşa baştirîn dîmen bû. Lîstîkvan ji hingî ve, di çar filmên dirêj de rol stendin. Wekî mînak ‘Atlas/The Mover’, Stille Post û Im Feuer/Sisters Apart, ku di vê fîlma dawî de wê karaktera serek lîst. Canik herweha di çendîn rêzefîlmên belçîkî û polonî de jî cih digire.

Mêvana heftê: Zübeyde Bulut

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 02.01.2022 18:19 Min. Verfügbar bis 02.01.2023 COSMO


Download

Stand: 29.12.2021, 19:16