Live hören
Jetzt läuft: Price tag von Jessie J

Nivîskar Karosh Taha

Karosh Taha über "Beschreibung einer Krabbenwanderung"

ÇAND Û HUNER

Nivîskar Karosh Taha

Yekemîn romana nivîskara Kurd Karosh Taha, Beschreibung einer Krabbenwanderung bû şanoya radyoyê. Em jî pê re li ser lîstikê û serpêhatiya wê ya nivîskariyê dipeyivin.

Em şanoya radyoyê ya bi navê Krabbenwanderung anku koçkirina Kevjalan diweşînin. Listîk xwe dispêre ser romana Beschreibung einer Krabbenwanderung anku Şayastina Koçberiyeke Kevjalan a nivîskar Karosh Taha, ku di sala 2019’an de hatibû weşandin.

Illustration: Eine rote Krabbe mit kurdischer Flagge, in ihrem Panzer spiegelt sich ein Hochhaus wider.

Karosh Taha di vê romana xwe de behsa koçberiya kevjalan dike, anku bi cih hiştina warê mirov ji bo lêgerîna jiyana baştir. Lê belê di romanê zehmetiyên ku di dema koçkirinê rûdidin na lê belê zehmetiya bi cih bûna di nav wê jiyana nû de derdikeve pêş. Kevjal di romanê de mecazek e, ku gavek pêş de diçe û dı gav paş de heta ku xwe digihîne hedefa xweç Roman jî behsa serpêhatiya malbateke Kurd a ji Başûrê Kurdistan’ê dike, ku li Almanya’yê dijî. Di naverasta çîrokê de Sanaa ya 22 salî heye, ku diçe zanîngehê. Hevalekî wê yê kurik heye û bi ser de jî evîndarekî wê heye. Sanaa di navbera azadiya jinê û kontrola civakê de maye û di nav têkiliyên malbatî de dikeve nav hestên nakok. Ew ji xwe re jiyaneke din dixwaze lê belê taxa wan, balaxaneya ku ew tê de dijîn û berî hertiştî jî diya wê Asiya, ku depresyon pê re ye, li ber xeyalên wê asteng in. Bavê wê Nasser xwe ji malbatê dûr dixe. Xwişka wê Hêlîn hîna 15 salî ye û nizane di jiyana xwe de çi dixwaze. Û helbet metika wê Xalîde heye, ku herroj titûnê dikişîne û çavdêriya herkesî dike. Di nav hawîrdoreke weha de Sanaa ji bo azadiya xwe bi dest bixe serî hildide lê belê berpirsiyariyên wê yên malbatî hene, ku ew nikare ji ber wan bireve. Herweha paşê mêrikekî bi erebeya xwe ya Volvo jî dikeve nav jiyana wan.

Karosh Taha über "Beschreibung einer Krabbenwanderung"

Karosh Taha über "Beschreibung einer Krabbenwanderung"

Karosh Taha li Zaxoya Başûrê Kurdistanê ji bûye û ji desh saliya xwe ve li Almanya’yê dijî. Wê herweha di sala 2020’an de romana xwe ya duyem a bi navê Im Bauch der Königin anku Di Zikê Melikeyê de jî weşand. Nivîskar hêjayî çendîn xelatan jî hat dîtin. Em jî bi nivîskar Karosh Taha re him li ser vê şanoyê him jî li ser serpêhatiya wê ya nivîskariyê peyivîn. Ya rast me pirsên xwe jê re şandin wê jî bi rêya peyama dengî bersiv dan pirsên me.

Mêvana heftê: Karosh Taha

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 19.12.2021 10:22 Min. Verfügbar bis 19.12.2022 COSMO


Download

Stand: 17.12.2021, 14:51