Hunermend Hani Mojtahedy

Hunermend Hani Mojtahedy

ÇAND Û HUNER

Hunermend Hani Mojtahedy

Hunermenda Rojhilatî Hani Mojtahedy hefteya çûyî li Kölnê konserek da. Wê herweha vê dawîyê du Single ên bi navê Şew û Skala jî derxistin. Hanî vê heftê mêvanê Bernama Kurdî bû.

Hanî ji bilî konserên xwe di nav gelek projeyên din de jî cih digire. Ew dibêje stran gotin ji bo wê xwedî wateyeke din e, ji ber ku ji zaroktîyê ve jê re hatîye gotin, ku ew keça gelekî bindest e. Hanî vê heftê bû mêvana Kurdî û ji me re him behsa Single û karên xwe yên muzîkê kir him jî li ser alozîyên ku niha li Rojhilat rû didin peyivî. Hanî dibêje dilê wê bi gelê Rojhilat re ye û divê hunermend jî bi hunera xwe piştgirîya gel bike.

Huner-Mêvana vê heftê hunermend Hanî

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 24.11.2019 13:00 Min. Verfügbar bis 23.11.2020 COSMO

Download

Stand: 24.11.2019, 19:47