Live hören
Jetzt läuft: In the Morning von Jay Prince

Beethoven ji bo girtîyên Kurd

Mit der Neuinszenierung von Beethovens Befreiungsoper FIDELIO setzen sich das Theater Bonn und das Inszenierungsteam um Regisseur Volker Lösch für die Freilassung politischer Gefangener in der Türkei ein.

ÇAND Û HUNER

Beethoven ji bo girtîyên Kurd

Di 250 salîya wî de sala 2020an wekî sala Beethoven tê pîroz kirin. Operaya wî ya bi navê Fidelio jî li Bonnê ji bo girtîyên Kurd û girtîyên din ên sîyasî yên li Tirkîyeyê tê pêşkêş kirin.

Hostayê muzîka klasîk a rojavayî Ludwig Beethoven îsal dibe 250 salî. Lewma sala 2020an li Almanyayê wekî sala Beethoven hat ragihandin û heta 17ê meha 12an, rojbûna Beethoven ewê bi çendîn çalakîyên hunerî û konseran were pîroz kirin, di serî de jî li bajarê dayîbûna wî Bonnê.

Theater Bonn jî bi dirûşmeya 'Beethoven ji nû ve kifş bikin' rojbûna hemşerîyê xwe bi promîyerek pîroz kir. Bi tenha operaya wî ya bi navê Fidelio. Lê vê carê ne operayeke klasîk lê bi awayekî modern û herweha sîyasî. Û di vê operayê de Kurd û girtîyên din ên sîyasî yên li Tirkîyeyê di rola sereke de ne. Hevkara me Jomana Djoumma di promîyera Fidelio de amade bû.

Opera Fidelio ya Ludwig van Beethoven

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 05.01.2020 05:28 Min. Verfügbar bis 04.01.2021 COSMO

Download

Stand: 06.01.2020, 08:46