Live hören
Jetzt läuft: Here von Alessia Cara

Zarokxaneyên duzimanî: Almanî-Kurdî

Kinder beim Frühstück in der Kita

Civak

Zarokxaneyên duzimanî: Almanî-Kurdî

Yekîtîya Malbatên Kurd YEKMAL dixwaze li Almanyayê bexçeyên zarokan ên du zimanî anku Almanî-Kurdî zêdetir bike. Bi vê mebestê li Essen, Mainz, Bielefeld û Erfurtê amadehî tên kirin.

21ê mehê roja zimanê dayîkê bû. Helbet ev roj di nav Kurdan de xwedî wateyeke taybet e, ji ber zimanê Kurdî hîna jî di bin metirsîyê de ye. Bi taybetî jî li Tirkîye û Îranê, ku lê zimanê Kurdî di dibistanan de nayê xwendin. Daku zimanê Kurdî li Tirkîyeyê bi awayekî fermî were nas kirin û di dibistanan de were xwendin kampanyayeke îmzeyan hat hat dest pê kirin.

Li ser rewşa Almanyayê em jî ji Yekîtîya Malbatên Kurd YEKMALê bi Metin Dursun re bipeyivin, ku li Almanyayê çendîn bexçeyên wan ên zarokan ên bi duzimanî anku Almanî-Kurdî hene, ku dixwazin hejmara wan zêdetir bikin.

Civak-Mêvanê heftê Metin Dursun/YEKMAL

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 28.02.2021 12:14 Min. Verfügbar bis 28.02.2022 COSMO


Download

Stand: 28.02.2021, 16:46