Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Ji 11ê mehê û pê ve tedbîrê Coronayê heta 31ê mehê tên dirêj kirin. Di vê demê de dibistan û bexçeyên zarokan jî girtî dimînin, anku zarok divê li malê bimînin. Ev yek ji bo dê û bavan dijwarîyeke mezin e. Ji ber ku zarok di vê demê nikarin bi hevtemenên xwe re bilîzin xwe tenê hîs dikin, adiz dibin. Lewma ew yek peywira dê û bavan e, ku zarokên xwe mijûl bikin. Ev yek ji bo wan dê û bavan, ku divê berdewam kar bikin bi taybetî dijwar e.
Hevdem zarokên dibistanê jî ji malê xwendina xwe berdewam dikin lê hînbûna dîjîtal nikare cihê polê bigire û lewma divê dê û bav jî alîkarîya wan bikin. Lê çawa? Dê û bav ji malê bixebitin jî anku Home Office bikin jî ev ne karekî hêsan e. Ji Frankfurtê pisporê perwerdehîya zarokan Mehran Ahmadi şîretan li dê û bavan dike, ku dema Coronayê bi zarokên xwe çawa bi awayekî baştir derbas bikin.
Neuer Abschnitt
Stand: 10.01.2021, 13:42