Live hören
Jetzt läuft: Ahebek von Banda Internationale

Xetera dersînorkirinê li ser malbateke Rojhilatî

Hiwa Moradi und Alan Fathi

Civak

Xetera dersînorkirinê li ser malbateke Rojhilatî

Dezgeha Koçberî û Penaberîyê BAMFê serlêdana malbateke ji rojhilatê Kurdistanê red kir û Dadgeha Îdarî ya Düsseldorfê jî dixwaze wan vegerîne Îranê. Malbat dibêje ew di warê sîyasî de çalak in û vegerandina wan a îranê tê maneya zindan, îşkence yan mirin.

Li Îranê rêjeya Kurdan dora ji sedî 9ê tevahîya gelheya welêt e. Lê belê rêjeya girtîyên sîyasî yên Kurd li Îranê dora ji sedî 50î ne. Anku ev amar nîşan didin, ka ji bo Kurdan sîyaseta li Îranê çiqaş dijwar û xeternak e. Ji ber ku dezgehên mafên mirovan radigihînin, girtîyên sîyasî yên li Îranê tûşî cezayên zîndanê dibin, ku bi dehan salan berdewam dikin, yan îşkence li wan tê kirin yan jî cezayê îdamê.

Li Îranê rewş weha ye lê belê Dezgeha Koçberî û Penaberîyê BAMFê serlêdana hevjînên Hîwa Moradî û Alan Fathi red kir, herçend ew li gor îddîayên xwe endamên partîya çepgir a Kurdî Komele ne. Dadgeha Îdarî ya Düsseldorfê niha dixwaze wan tevî keçikên wan ên 13 û 4 salî vegerîne Îranê.

Xetera dersînorkirinê li ser malbata Rojhilatî

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 25.10.2020 12:15 Min. Verfügbar bis 25.10.2021 COSMO


Download

Stand: 25.10.2020, 15:58