Live hören
Jetzt läuft: Melatonin von Yung Ouzo

WhatsApp û agahîyên bikarhêneran

Logos von Facebook, Instagram und WhatsApp

Civak

WhatsApp û agahîyên bikarhêneran

WhatsApp şert û mercên bikaranînê û nepenîbûnê diguherîne. Helbet ev peyam bû sedema gelek nîqaş û herweha tirsa bikarhêneran, ku agahîyên şexsî yên kesan ewê werin belav kirin.

4ê mehê roja Yekşemê bi mîlyonan bikarhênerên WhatsAppê peyamek wergirt, ku tê dihat gotin, WhatsApp di 8ê Sibatê de şert û mercên bikaranînê û nepenîbûnê diguherîne û divê heger hûn dixwazin berdewam WhatsAppê bi kar bînin divê hûn van şertan qebûl bikin, yan na WhatsApp ewê Aplîkasyonê bixwe jê bibe.

Helbet ev peyam bû sedema gelek nîqaş û herweha tirsa bikarhêneran, ku agahîyên şexsî yên kesan ewê werin belav kirin. Lewma gelek kesan derbasî aplîkasyonên din ên wekî Signal û Telegramê bûn. Îcar peyam tam çi dibêje û divê em WhatsAppê jê bibin yan na? Hevkarê me Celil Kaya radigihîne.

WhatsApp mercên bikaranînê diguherîne

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 17.01.2021 07:37 Min. Verfügbar bis 17.01.2022 COSMO


Download

Stand: 17.01.2021, 14:43