Live hören
Jetzt läuft: One Dance von Drake feat. Wizkid & Kyla

Pevçûna ser karîkaturên pêxember

Istanbul: Ein junger Mann hält ein mit einem Schuhabdruck versehenes Foto von Emmanuel Macron, Präsident von Frankreich, in die Kamera

Civak

Pevçûna ser karîkaturên pêxember

Fransa him ji ber Corona him jî êrîşên tundrewên îslamî bêzar e. Hevdem, serokkomarê Tirk Erdoğan ji ber gotinên wî yên ji bo azadîya xwe derbirrînê serokkomarê Fransayê Macron bi nijadperestî û îslamofobî tawanbar kir. Paşxaneya vê pevçûnê bi tenê karikatur in gelo?

Fransa aram nabe: Li alîyekî ve welat bi hejmara zêde ya pêketîyên Coronayê di nav qeyranekê de ye û ji alîyê din de jî di nav du hefteyên çûyî de du êrîşên kujer ên tundrewên îslamîyan pêk hat. A dawî li Nizzayê, xortekî Tûnisî li dêrekê sê kes kêr kirin û kuştin. Berîya wê, li paytext Parisê xortekî 18 salî yê esil Çeçenî mamosteyê bi navê Samuel Paty li ser kolanê serjêkiribû. Sedema van bûyerên şîddetê karîkaturên pêxamber Muhammed bû, di di kovara tinazî ya Charlie Hebdo de hatibûn weşandin.

Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron piştî kuştina wî mamosteyê li Parîsê dîyar kiribû, ewê azadîya derbirrînê biparêzin û ji karîturan teqsîr nakin. Van gotinên Macron rê li nerazîbûna welatên Misilman vekir, di serî de jî ya Tirkîyeyê. Serokkomarê Tirk Erdoğan bi devkî êrîşê Macron kir û ew bi nijadperestî û îslamofobî tawanbar kir. Mesîhî li dij Misilmanan? Di paş vê pevçûna Macron û Erdoğan de çi ye? Hevkara me Jomana Djoumma amade kir. Bernama Kurdî herweha nêrînên çend Kurdên Almanyayê pirsî, ka ew di derbarê karîkaturan de çi difikirin?

Tengezarîya ser karîkaturên pêxember

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 01.11.2020 06:08 Min. Verfügbar bis 01.11.2021 COSMO


Download

Nêrîna Gel: Pevçûna ser karîkaturan

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 01.11.2020 01:49 Min. Verfügbar bis 01.11.2021 COSMO


Download

Stand: 01.11.2020, 14:18