Live hören
Jetzt läuft: El Barco von Karol G

Şewata li Moria: 12 hezar kes li kuçe man

Eine Mutter hält ihr Kind in den Armen, beide wurden nach Kontakt mit Tränengas zur Linderung mit Wasser übergossen.

Civak

Şewata li Moria: 12 hezar kes li kuçe man

Sêşema çûyî li mezintirîn kampa penaberan a Ewropayê, li Moriayê şewatek rû da û 12 hezar penaber bê cih û war man. Penaberan xwepêşandan li dar xistin, daku dengê xwe bigihînin Ewropayê. Isa Mustafa yê xelkê Efrînê ew jî tevî malbata xwe li wir e.

Kampa Moria ya li girava Lesbos a Yûnanistanê ji me re ne xerîb e. Bi salan e behsa vê kampê tê kirin û ne bi awayekî baş lê bi nebaşî. Moria mezintirîn kampa penaberan a Ewropayê ye. Kapasîteya kampê ji bo dora 3 hezar kesan bû lê tê de 12 hezar kes hatibûn bi cih kirin. Xelk di bin konan de diman û ava vexwarinê, tuwalet yan jî banyo tunebûn.

Sêşema çûyî bişev li kampê şewateke mezin derket û heta roja Çarşemê tevahîya kampê şewitî. Di şewatê de kesek jîyana xwe ji dest neda yan jî birîndar nebû. Lê 12 hezar kes bê cih û war man. Îcar Zar û zêç, kom û kuflet bişev li ser cadeyan radikevin. Alîkarîya ku digihîje wan jî têra wan nake. Hikûmeta Yûnanistanê dest bi avakirina kampeke nû kir. Herweha ji bo hewandina xelkê 3 keştîyên mezin şandin giravê.

Lê belê penaber kampeke din naxwazin. Ew dixwazin ji bo wan çareyeke mayînde were dîtin, anku ew li welatên din werin bi cih kirin. Lewma wan çend roj bi ser hev de xwepêşandan li dar xistin. Pirranîya xelkê li kampê Afxanî ne lê tê de Kurd jî hene, Îsa Mustafa yê xelkê Efrînê tevî hevjîn û keçika xwe ya 7 mehî li wir e. Îsa ji me re behsa şewat û rewşa xwe ya niha kir.

Rojev-Penaberê kurd Îsa Mistefa behsa șewata li kampa Moria dike

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 13.09.2020 06:46 Min. Verfügbar bis 13.09.2021 COSMO


Download

Stand: 13.09.2020, 20:37