Live hören
Jetzt läuft: Fica Tudo Bem von Silva & Anitta

Di 1ê Adarê de sertraşxane vedibin

Friseur und Kunde mit Mundschutz

Civak

Di 1ê Adarê de sertraşxane vedibin

Vê heftê hikûmeta federal û eyaletan li ser dirêjkirina tedbîrên Coronayê li hev kir. Lê sertraşxane dikarin zûtir werin vekirin. Çima ne restoran çima sertraşxane? Hikûmet dibêje sedema rûmeta mirovan e.

Hefteya çûyî hikûmeta federal digel serokhikûmetên eyaletan li hev kir û biryar hat dayîn, ku ji 1ê Adarê û pê ve sertraşxane werin vekirin. Helbet di bin şer û mercên hişk ên hîjyenê de.

Gelek karên din, ên wekî restoran û hotel nikarin werin vekirin lê çima sertraşxane? Sîyasetmedar wekî sedema vê yekê rûmeta însan nîşan didin. Serokwezîrê Bayernê Markus Söder dibêje, sertraşxane ne tenê ji ber estetîk girîng in lê belê ji ber hîjyenê jî lewma ji bo rûmeta însan girîng in. Hevkarê me Kamil Basergan, ji Neussê bi Kak Muhammed peyivî, ku xwedî sertraşxaneyekê ye.

Hevpeyvîna digel Kak Mohammed

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 14.02.2021 04:53 Min. Verfügbar bis 14.02.2022 COSMO


Download

Stand: 14.02.2021, 18:22