Live hören
Jetzt läuft: Good love 2.0 von Priya Ragu

Corona şîddeta navmalê zêdetir kir

Kind hält sich Hände an die Ohren, im Hintergrund streiten sich die Eltern.

Civak

Corona şîddeta navmalê zêdetir kir

Ji be Corona şîddeta navmalê jî zêdetir bûye. Seroka Meclîsa Întegrasyonê ya Bochumê Khonaf Hajo li ser şîddeta navmalê peyivî, ka şîddeta devkî tê çi ye û bandora wê li ser zarokan çi ye. Hajo herweha dibêje şîddeta navmalê li Almanyayê jî pirsgirêkek e lê jinên Alman bêhtir dengê xwe derdixin.

Cirkî Corona derket me navê gelek maskeyên curu bi cur bihîstin. Lê belê cureyeke maskeyek heye, ku ji yên din cihê ye. Anku Maske hejmar 19. Maske hejmar 19 li Fransayê kodek e, ku mexdûrên şîddeta navmalê dikarin di dema Coronayê de alîkarîyê bixwazin. Ji ber ku di dema daxistina giştî de mexdûr û kirdar pirranî di nav malekê de ne û mexdûr newêrin aşkere telefûnî polîs bikin. Lewma ew dikarin telefûnî doktor yan dermanfiroşîyekê bikin vê kodê bêjin. Paşê ewê ji wan re alîkarî bê şandin.

Li Almanyayê jî hin Kommun kodên bi vî rengî tên bi kar anîn. Wekî mînak li Unna. Ji ber ku li vê derê ji her çar jinan yek di jîyana xwe de herî kêm carek ji heval yan hevjînê xwe rastî şîddetê tê, bi devkî yan bi awayekî fîzîkî.

25ê vê mehê Roja Navneteweyî ya li dij Şîddeta li ser Jinan ye. Bi vê boneyê Vê heftê mêvana me Xûnav Haco ye. Birez berîya demeke kurt seroka meclîsa întegrasyonê ya Bajarê Bochumê bû û niha seroka Komeleya Ronahî e.V û Yekîtîya Jinên Kurd ên li Dîasporayê ye. Ew herweha endama Meclisa Jinan a Bochumê jî bû. Em jî pê re li ser şîddeta navmalê peyivîn, ku tê ragihandin di dema Coronayê de zêdetir bûye.

Mêvana heftê: Khonaf Hajo

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 22.11.2020 13:23 Min. Verfügbar bis 22.11.2021 COSMO


Download

Stand: 15.11.2020, 14:18