Live hören
Jetzt läuft: Azucar von Eddie Palmieri's La Perfecta Orchestra

Pirtûka Arin Jaafar

Arin Jaafar

Civak

Pirtûka Arin Jaafar

„Wer du warst, wer du bist. Vom syrischen Frühling bis zum deutschen Sommer“ anku Tu kî bûyî, tu niha kî yî. Ji bihara Sûrî heta havîna Almanyayê, ev navê romana pêşîn a nivîskara ciwan a Kurd Arin Jaafar e. Ne sendelîya wê ya bi teker ne jî tiştekî din karîye li pêşîya wê bibin asteng. Jomana Djoumma radigihîne.

Nivîskara ciwan a Kurd Arin Jaafar li ser sendelîya bi teker e, zaroktîya wê li nexweşxaneyan derbas bûye lê ev jê re nebûne asteng. Arin Jaafar dixwîne, bloga wê heye û vê dawîyê pirtûkeke bi navê „Wer du warst, wer du bist. Vom syrischen Frühling bis zum deutschen Sommer“ anku Tu kî bûyî, tu niha kî yî. Ji bihara Sûrî heta havîna Almanyayê. Serpêhatîya vê pirtûkê di havîna 2011an de dest pê dike, dema ku Arin Jaafar ji bo seredana mervên xwe diçe Helebê û li wê derê şahidîya bûyerên li bajêr dike. Ew hemû dibin bingeha romana wê ya pêşîn. Hevkara me Jomana Djoumma vê pirtûkê û nivîskara wê dide nas kirin.

Pirtûka Arin Jaafar

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 15.12.2019 05:00 Min. Verfügbar bis 14.12.2020 COSMO


Download

Stand: 16.12.2019, 09:18