Live hören
Jetzt läuft: Jungle drum von Emiliana Torrini

Mêvanê heftê: Hassan Yarhusaini

Hassan Yarhusaini

Civak

Mêvanê heftê: Hassan Yarhusaini

Partîya Dadperwerî û Yeksanîxwaz a Gelan a Îranê, partîyeke nû ya Rojhilat e, ku doza Îraneke demokrat federal dike, tê de di nav gel, ol yan jî jin û mêran de cudagerî nebe. Serokê vê Partîyê Hassan Yarhusaini vê heftê bû mêvanê Bernama Kurdî.

Berîya salekê Partîya Dadperwerî û Yeksanîxwaz a Gelan a Îranê hat damezirandin. Endamên vê partîyê ji Fars, Kurd, Belucî, Azerbaycanî, Ereb û Lûran pêk tê û mebesta wê jî damezirandina sîstemeke îdarî ya dadperwer û yeksanîxwaz e, ku di nav gelên Îranê de ji warê jîyana sîyasî, civakî û aborî de cudagerî nake. Ev partî hevdem alîgirê Îraneke federal e û yeksanîya di nav jin û mêran de dixwaze. Ji ber ku ev partî li Îranê qedexe ye divê çalakîyên xwe bi nepenî bimeşîne. Nûnertîyên wan jî ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li çendîn welatên Ewropayê jî hene, ku Almanya jî di nav de ye. Serokê vê Partîyê Hassan Yarhusaini vê heftê bû mêvanê Bernama Kurdî.

Mêvanê heftê: Hassan Yarhusaini

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 26.07.2020 08:04 Min. Verfügbar bis 26.07.2021 COSMO


Download

Stand: 26.07.2020, 14:46