Live hören
Jetzt läuft: Jungle drum von Emiliana Torrini

Nujeen Mustafa: Ich habe das geschafft

Nujeen Mustafa im Rollstuhl sitzend auf der Dachterrasse eine Hochhauses

Civak

Nujeen Mustafa: Ich habe das geschafft

Bi ser qeyrana penaberan 5 sal buhurîn. Nujeen Mustafa, ku li ser kursîya xwe ya bi teker bi ser rotaya Balkanan re ji Helebê heta Almanyayê hatîye, dibêje salên dawî ji bo wê serkeftî derbas bûne. Nujeen niha ji bo mafên penaber û kêmendaman kar dike.

Pênc sal berê, di destpêka qeyrana penaberan de serokwezîr Angela Merkel ew gotinên xwe yên navdar bi lêv kirin: Wir Schaffen Das! Ev hevoka ku Merkelê di 31ê Tebaxê ya 2015an de li ber kamerayan got herweha bû sembola nîqaş û sîyasetên nakok a penaberan jî. Ji bo gelek kesan ev hevok nîşaneye qenc bû, ku divîya wan bi kêfxweşî pêşwazîya penaberan bikiraya. Lê ji bo hin kesan ev gotin provokasyoneke qirase bû. Lê Serokwezîr Merkel piştî 5 salan hîna jî xwedî li wan gotinên xwe derdikeve? Merkelê di civîneke çapenîyê de weha got ew mane tê de nabîne, ku vê hevokê dubare bike, ji ber ku her demeke qeyranê xwedî zimanekî xwe yê taybet e.

Lê belê Nujeen Mustafa, yek ji wan kesan e, ku gotinên Merkel rast derxistin. Nûjên wê demê di 16 salîya xwe yek ji wan sed hezarên penaberan bû, ku bi ser roataya Balkanan re xwe gihand Almanyayê. Rotayek ku ne rêyeke hêsan bû. Tije zehmetî û talûkeyan bû. Lê ew rê ji bo vê keçika ji Kobanî zehmettir bû. Nûjîn bi zikmakî kêmendam e û li ser kursîya bi teker rûdinê. Lê wê dîsa jî heta dawîya rêwîtîyê dev jê berneda û xwe gihand vir. û bi vî awayî jî bala rojnamegeran û cihanê kişand. Nûjîn niha ji bo mafên penaberan û kêmendaman kar dike û vê heftê bû mêvana Bernama Kurdî.

Hevpeyvîn: Nûjîn Mustafa

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 30.08.2020 09:51 Min. Verfügbar bis 30.08.2021 COSMO


Download

Stand: 30.08.2020, 15:34