Live hören
Jetzt läuft: Rough Landing [Soul Goodman Remix] von Waldeck feat. Patrizia Ferrara

Moria: Nîqaşa wergirtina penaberan

Horst Seehofer nach unten blickend

Civak

Moria: Nîqaşa wergirtina penaberan

Nîqaşa anîna penaberên ji lesbosê har û gur dibin. Di nav koalîsyonê de jî dengên cihê tên. Kî çi dibêje, biryareke hevpar a Yekîtîya Ewropî pêkan e? Hevkara me Jomana Djoumma amade kir.

Şewata li kampa penaberan a Moria ya li girava Lesbosê karesatek bû lê rewşa li vê kampê berîya şewatê jî baştir nebû. Gelek dezgehên alîkarîya însanî û herweha gelek sîyasetmedar, ku çûbûn seredana kampê bi salan digotin çareserîyeke lezgîn ji vê rewşê re divê. Rojek berîya wê şewata mezin a li kampê dezgehên alîkarîyê li Berlînê protestoyek li dar xist, ku wan 13 hezar kursîyên vala danîn pêşîya avahîya Bundestag, da ku balê bikşînin ser şênîyên kampê.

Niha careke din Almanya gotûbêjan dike, ka ewê penaberan wergirin ji lesbosê yan na? Yan jî çend heb? Heta niha hat ragihandin Almanya ewê dora 150 zarokên bê dê û bav, bînin Almanyayê. Hinek kes dibêjin Almanya nabe ku tenê tevbigere û divê Yekîtîya Ewropî biryarekê bistîne. Hinek dibêjin rewş hingî nebaş e, ku em nikarin li benda biryara Yekîtîyê bisekinin, ku dibe ku bi mehan yan jî salan biajo ku biryareke hevpar derkeve, heger ew jî bikare derkeve.

Rojev-Helwesta Almanya û Yekitiya Ewropa piștî șewata Moria

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 13.09.2020 07:45 Min. Verfügbar bis 13.09.2021 COSMO


Download

Stand: 13.09.2020, 20:44