Live hören
Jetzt läuft: Highest in the room (Remix) von Travis Scott feat. Rosalía & Lil Baby

Li Berlînê dersên Kurdî

Zwei Schüler melden sich in einem Klassenraum der Schule, während der Lehrer an der Tafel steht (Foto vom 01.02.2011)

Civak

Li Berlînê dersên Kurdî

Piştî ku Senatoya Berlînê di sala 2016an de biryarek stend, êdî dersên zimanê dayîkê nema bi hevkarîya konsulxaneyan re tê dayîn. Di vê çarçoveyê de dersên Kurdî jî hatin destpêkirin. Serkêşîya vê yekê YEKMALê kir.

Li Almanyayê li çendîn eyaletan zarokên Kurdan dikarin di dibistanan de Kurdî hîn bibin. Di nav wan de Nordrhein-Westfalen, Niedersachsen, Hamburg, Baden-Württemberg hene. Di meha Tebaxê de Rheinland-Pfalz jî lê zêde bû. Û ya herî dawî Berlîn. Senatoya Berlînê daxwaza ji bo dersên zimanê Kurdî qebûl kir û zengilên dibistanan vê carê ji bo Kurdî jî lê dan. Serkêşîya vî karî jî Kurdisch AG anku Komxebata Kurdî kir ku ji 11 rêxistinan pêk tê. Hevkarê me Celil Kaya bi koordînaayona vê komê re, ji Yekîtîya Dê û Bavên Kurdistanê YEKMALê bi birêz Günay Darici re li ser dersên Kurdî yên li Berlînê peyivî.

Li Berlînê dersên Kurdî

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 15.12.2019 04:35 Min. Verfügbar bis 14.12.2020 COSMO

Download

Stand: 16.12.2019, 09:18