Live hören
Jetzt läuft: Beautiful People von Ed Sheeran feat. Khalid

Ji bo Amed Ahmad ka edalet?

Die Eltern des unschuldig eingesperrten Syrers Amad A.

Civak

Ji bo Amed Ahmad ka edalet?

Va salek bi ser mirina xortê Kurd Amed Ahmad re buhurî û niha dozgerîya Klevê biryar da, ku lêpirsînê betal bike. Anku sedema girtina wî ya neheq û mirina wî ya bi şik û guman a li girtîgehê nayê zelal kirin. Hevkara me Gulistan Acar li Bonnê çû seredana dê û bavê Amed.

Parsal mirina penaberê ciwan ê Kurd Amed Ahmad rojeva Almanyayê hejandibû. Li gor daxuyanîyên fermî Amedê Efrînî xwedê giravî bi kesekî Afrîkî re hatibû tevlihevkirin û ji ber şaşîyekê zêdeyî du mehan di girtîgehê de mabû. Paşê ji ber şewata ku di hucreya wî de rûdide bi birîndarî ew rakiribûn nexweşxaneyê ku piştî hefteyan li wê jîyana xwe ji dest dabû. Wê demê Wezîrê Navxweyî yê NRWê Reul soz dabû, ku ewê heta dawî peygîrîya vê bûyerê bikin û hertiştî zelal bikin. Va salek bi ser re buhurî û niha dozgerîya Klevê biryara xwe da. Dozgerîyê biryar da, ku lêpirsînê betal bike bêyî ku berpirsîyarekî destnîşan bike. Lê Malbata Amed ji vê biryarê razî ne gelo? Hevkara me Gulistan Acar li Bonnê çû seredana dê û bavê Amed.

Lêpirsîna di derbarê Amed Ahmad de hat xistin

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 08.12.2019 04:41 Min. Verfügbar bis 07.12.2020 COSMO


Download

Stand: 09.12.2019, 09:18