Live hören
Jetzt läuft: Bassara Barrajeh - The Fortune Teller von Tania Saleh

Mêvanê heftê: Keşîş Daoud Elia

Ein chaldäischer Geistlicher feiert in einer Kirche eine Messe

Civak

Mêvanê heftê: Keşîş Daoud Elia

Di nav mesîhîyên Iraqê de hejmareke ne hindik a Kurdên mesîhî jî hene, ku wan di sala 2002an li Bonnê ji xwe dêrek damezirand, tê de bi zimanên Kurdî û Erebî îbadeta xwe dikin. Keşîşê vê dêrê Daoud Elia vê heftê dibe mêvanê Bernama Kurdî.

Îsal û pê ve cejna Noelê li Iraqê wekî cejneke fermî tê pîroz kirin. Parlamentoya Iraqê bi yekdengî biryara wê yekê da. Berîya wê jî di meha Cotmehê de serkêşê cemata Keldanîyan a li Iraqê Kardînal Zako ji serokkomarê vî welatî Berhem Salih ev daxwaz kiribû. Serokkomar Berhem Salih jî vê dawîyê ji bo avadankirina deverên derûdora Mûsilê, ku di destê Daîşê hatibûn rizgar kirin, girîngîyek da bû rola cemaatên mesîhî û herweha vegera wan a ser cih û warên xwe.

Tê gûman kirin, piştî sala 2003 nîvê mesîhîyên Iraqê welatê xwe bi cih hişt û berê xwe da welatên Bakurê Amerîka û Ewropayê. Di nav wan welatan de Almanya jî heye. Herweha di nav mesîhîyên Iraqê de hejmareke ne hindik a Kurdên mesîhî jî hene, ku wan di sala 2002an li Bonnê ji xwe dêrek damezirand, tê de bi zimanên Kurdî û Erebî îbadeta xwe dikin. Keşîşê vê dêrê Daoud Elia vê heftê dibe mêvanê Bernama Kurdî û hevkarê me Kamil Basergan pê re him li ser rewşa mesîhîyên li Îraqê û him jî cejna Noelê ya di demên Coronayê de peyivî.

Mêvanê heftê: Keşîş Daoud Elia

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 20.12.2020 10:55 Min. Verfügbar bis 20.12.2021 COSMO


Download

Stand: 20.12.2020, 15:11