Live hören
Jetzt läuft: Humains von Damso

Bîmeya ji bo karesatên jîngehî

Wann zahlt die Versicherung?

Civak

Bîmeya ji bo karesatên jîngehî

Kîja bîme zirarên ji ber karesatên qerebû dike? Gelo bîmeya xanî yan nav malê têrê dike? Mixabin na.

Di 14’ê temmûzê de li Rojhilatê Almanya’yê ji ber bara zêde lehî rabû. Di encamê de herî kêm183 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku pirraniya wan ji Rheinland-Pfalz û NRW bûn. Dora 160 kes jî hîna bê serûşûn in. Karesatê herweha ziyaneke mezin a maddî jî gihand. Giraniya wan ziraran jî hêdî hêdî zelal dibe. Serê pêşî riyên hesinî anku Deutsche Bahn bilançoyek derxist. Li gor wê yekê 600km riyên hesinî û dora 80 garên trênê dive werin nû kirin. Anku zirar digihîje 1 milyar û 300 milyon Euro.

Binesaziya gelek bajar û navçeyan jî têk çû. Hikûmeta Federal ragihand ewê dora 400 milyon Euro alîkarî bidin kesên mexdûr. Biryar e, nivê vî pereyî hikûmeta federal bide nîvî jî eyaletê NRW û Rheinland-Pfalz. Ev pere ewê ji bo binesaziya bajaran werin bi kar anîn. Lê belê ji bo hemû ziraran bi mîlyaran Euro divê. Di meha pêşiya me de hikûmeta federal ewê digel serokhikûmetên eyaletan kom bibin û biryara alîkariyeke mezintir bikin.

Lê ziyanên, ku li mal û milkê xelkê ketin? Xanî hilweşiyan, keller anku jêrxane tije av bûn yan jî otomobîl ber avê çûn…Kê ewê wan qerebû anku tazmîn bike? Kîja sîgorta/bîme perê wan dide?

Hevpeyvîna digel Celil Kaya

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 25.07.2021 08:35 Min. Verfügbar bis 25.07.2022 COSMO


Download

Stand: 25.07.2021, 23:56