Live hören
Jetzt läuft: Bridge over troubled water von Simon and Garfunkel

Li NRWê hilbijartinên herêmî û Meclîsên Întegrasyonê

Plakat Integrationsrats-Wahlen NRW 2020

Civak

Li NRWê hilbijartinên herêmî û Meclîsên Întegrasyonê

Di 13ê Îonê de li NRWê hilbijartinên Herêmî tên li dar xistin. Kesên esil biyanî ewê herweha endamên meclîsên întegrasyonê jî hilbijêrin. Çendîn Kurd jî di hilbijartinan de namzet in. Yek ji wan jî ji Bonnê Fewzî Dîlber e.

Ji hilbijartinên herêmî yên NRWê re du hefte hene. Di hilbijartinên Herêmî anku Kommunal de şaredar û meclîsên şaredarîyan tên hilbijartin, ku ewê di 5 salên pêşîya me de qedera bajar û şaredarîyan dîyar bikin. Di 13ê Îlonê de herweha meclîsên întegrasyonê yên li cem Kommunan jî tên hilbijartin. Kaxizên dengdanê tên hilbijartin û partî jî dest bi propagandayên hilbijartinê kirin. Li ser kolan û kuçeyan posterên namzetan hatin daliqandin. Rojek nîne e ku ji qutîya me ya posteyan broşura partîyekê dernekeve. Herweha li hin derên bajêr stand jî hatine danîn, ku mirov dikarin raste rast pirsan bikin.

Di van hilbijartinan de çend Kurdan jî hene, ku rabûne karê namzetîyê. Yek ji wan ji Bonnê Fewzî Dîlber e. Birêz Dîlber endamê SPDê ye û bi salan e endamê Întegrationsratê ye û hêvî dike care din were hilbijartin. Em jî pê re li ser pêvajoya hilbijartinan û karê meclîsa întegrasyonê de peyivîn.

Hevpeyvîn: Fawzi Dilbar

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 30.08.2020 13:32 Min. Verfügbar bis 30.08.2021 COSMO


Download

Stand: 30.08.2020, 15:41