Neuer Abschnitt

Civak
Di nav penaberên Êzîdî de xwekujî
Li Başûrê Kurdistanê di wargehên penaberan de, ku lê bi taybetî Êzîdî dijîn, bûyerên xwekujîyê zêde dibin. Prof. Jan Ilhan Kizilhan dibêje ev rêjeyeke metirsîdar e û divê Hewlêr û Bexda li berpirsîyarîyê xwe yên sîyasî û exlaqî rabin û divê bi Êzîdîyan bi xwe bişêwirin.
Neuer Abschnitt
Ji serê salê û vir ve li wargehên parêzgeha Duhokê, ku lê awareyên Êzîdî dijîn, 11 kesan bi destê xwe dawî li jîyana xwe anî. Prof. Îlhan Kizilhan dibêje, jîyana di kampan de nahêle, ku ciwan, û bi taybetî jî keçên Êzîdî ji bo paşeroja xwe bibin xwedî perspektîfekê. Pispor herweha balê dikişîne ser wê yekê, ku ev 6 sal in dora 350 hezar Êzîdî li kampan dijîn û ji bo vegera wan gavên pêwîst nehatine avêtin.
Di derbarê rekeftina vê dawîyê ya navbera Hewlêr û Bexda de Kizilhan dibêje, ji bo vê rêkeftinê bi Êzîdîyên Şingalê ne şêwîrîne, ku ev yek cih bi cih kirina vê rêkeftine dijwar dike. Prof. Kizilhan dibêje bin xêz dike, ku Êzîdî Kurd û Kurdistanî ne lewma ew yek berpirsîyarîyeke exlaqî ye, ku Hikûmeta Herêma ji bo wan bêhtir xebatê bike. Lê herweha li gor madeya 140 a destûra Iraqê heqê wazn heye, ku biryarê bidin ka ew xweserî yan statuyeke taybet bixwazin. Hevdem, di rêkeftinê de hatibû xwestin, ku hêzên YBŞ û YBJ ji Şingalê derkevin. Lê mamoste Kizilhan dibêje, endamên van hêzan Êzîdî ne û xelkê wê deverê ne û nabe ku ji wan bê xwestin, ku ew ji wê derê biçin. Lewma pêdivî bi dîalogaeke rasterast a bi Êzîdîyan heye.
Prof. Kizilhan herweha balê dikişîne ser wê yekê, ku di 2014an û vir ve dora 120 hezar Êzîdî çûne Ewropa û welatên din û heger ev rewşa heyî sê çar salên din jî weha berdewam bike, ewê li Kurdistanê Êzîdî nemîne.
Neuer Abschnitt
Stand: 17.01.2021, 15:20