Live hören
Jetzt läuft: El Barco von Karol G

Corona û tendurustîya dêrûnî

Das Bild zeigt eine Frau mit Maske, die an einer Fensterscheibe steht.

Civak

Corona û tendurustîya dêrûnî

Corona û tedbîrên li dij wê bandoreke neyînî li ser psîkolojîya xelkê jî dike. Ji ber daxistina jîyana giştî bêhtir kes xwe tenê hîs dikin û dikevin depresyonê anku xemokîyê. Psîkolog Lana Gaff şîretan dike.

Corona bi tenê tendurustîya laşê mirovan naxe bin xeterê lê herweha dêrûnîya wan jî. Ji alîyekî ve tirsa nexweşîyê û tedbîrên Coronayê ji alîyê din de jî kêmbûna deramedê ya ji ber Lockdown anku daxistina jîyana giştî. Ji ber hişyarîyên fermî xelk zarûrî nebe ji malê dernakevin û ev yek jî dibe sedema xerabbûna rûtîna mirovan û kêmbûna peywendîyên bi civakî.

Lêkolîneke vê dawîyê ya Zanîngeha Münsterê nîşan dide, ku di dema Coronayê de hejmara kesên ku ketine depresyonê zêde bûye. Herweha behsa zêdebûna bûyeren xwekujîyê jî tê kirin. Hevdem şîddeta navmalê û şîddeta ser zarokan jî meyla zêdebûnê nîşan dide.

Psîkolog Lana Gaff li cem dezgeha xêrxwazîyê ya Caritas kar dike û bêhtir bi ciwanan re mijûl dibe. Xanim Gaff vê heftê dibe mêvana Bernama Kurdî û ji me re nexweşîya depresyonê rave dike û şîretan dike. Ka nîşanên wê çi ne? Mirov dikare xwe li dij wê nexweşîyê biparêze.

Mêvana heftê: Lana Gaff

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 15.11.2020 11:55 Min. Verfügbar bis 15.11.2021 COSMO


Download

Stand: 15.11.2020, 14:18