Live hören
Jetzt läuft: Treat You Better von Shawn Mendes

Civîna NATOyê û Kurd

NATO Gipfel in London

Civak

Civîna NATOyê û Kurd

Civîna bilind a NATOyê li Londrayê pêk hat. Di dawîyê de weha xuya dibe, ku daxwazên Tirkîyeyê bi cih nehatin lê Tirkîye bi giştî destvala vegerîya ji civîna NATOyê? Hevpeyvîna digel pisporê zanistên sîyasî Hamit Bozarslan.

Civîna bilind a NATOyê li Londrayê pêk hat. Wekî ku dihat hêvî kirin bernameya berevanîyê ya welatên Baltik hat qebûl kirin. Lê belê berîya civînê, serokkomarê Tirk Erdoğan gotibû heta ku endamên din ên NATOyê YPGê wekî rêxistineke terorîst bi nav nekin ewê hemû biryarên ku werin stendin veto bike lê belê di talîyê de biryar derket. Hevdem Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stolberg dîyar kir, mijara ku ka YPG ewê çawa were bi nav kirin di civînê de ne hatîye gotûbêj kirin. Wî herweha got mûşekên S-400, ku Tirkîyeyê ji Rûsyayê kirîbûn, tu var nabe ku di sîstema NATOyê were entegre kirin. Serokdewletekî din, ku pir hat rojev serokkomarê Fransayê Macron bû. Ev demek e, ku navbera Erdogan û Macron nebaş bû. Vê carê Macron got pênaseya terorê ya Tirkîyeyê û ya wan ne wek hev e. Macron bi tenê ne got ew YPG wekî terorîst nabînin lê wî herweha Tirkîye tawanbar kir, ku bi Daîşê re hevkarîyê dike û divê ev mesele were zelal kirin. Di dawîyê de weha xuya dibe, ku daxwazên Tirkîyeyê bi cih nehatin lê Tirkîye bi giştî destvala vegerîya ji civîna NATOyê? Hevpeyvîna digel pisporê zanistên sîyasî Hamit Bozarslan. Birêz Bozarslan Gerînendeyê Dibistana Bilind a lêkolînên Civakî EHESSê ya li Parîsê ye.

Hevpeyvîna digel Hamit Bozarslan li ser civîna NATO

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 08.12.2019 08:24 Min. Verfügbar bis 07.12.2020 COSMO

Download

Stand: 09.12.2019, 09:18