Live hören
Jetzt läuft: NEU Boss (io & te) von Epoque

"Elhamdulîllah ez xwedê nenas im"

Junger Mann mit T-Shirt und der Aufschrift "Thank Allah. I'm an Atheist"

Civak

"Elhamdulîllah ez xwedê nenas im"

Amed Şerwan di 14 salîya xwe dibe xwedê nenas û bi dizî Qurana xwe dişewîtîne. Dema ku ji malbata xwe re dibêje, ku bawerîya wî bi xwedê nîne, ew jî li cem polîs gilîya wî dikin. Amed niha li Almanyayê dijî û çalakvanê hevcînshezan- LGBT ye. Wî herweha serpêhatîya xwe wekî pirtûk jî çap kir.

Amed Şerwan li Başûrê Kurdistanê mezin dibe, diçe mizgeftê û wekî dê û bavê xwe û civaka ku ew tê de dijîn, jîyaneke îslamî dimeşîne. Lê di 14 salîya xwe de rastî hin nivîsan tê, ku rexne li ola Îslamê digirin. Amed jî jîyana xwe dide ber pirsan û talîyê ji Îslamê dûr dikeve û heta bi dizî Qurana xwe jî dişewitîne. Lê dema ku ji dê û bavê xwe re dibêje, ku bawerîya wî bi xwedê nîne, îcar ew jî li dij kurê xwe li cem polîs gilî dikin, ku polîs wê şevê wî ji malê digirin û bi gotina wî îşkence lê dikin. Sûcê wî jî ateîzm anku xwedê nenasî ye.

Amed, ku herweha hevcînshez e, piştî ku tê berdan êdî nema dikare li Kurdistanê bijî û lewma berê xwe dide Ewropa. Amed ji sala 2014an de li Felnsburgê bi cih dibe, ku di heman salê de serpêhatîya xwe jî wekî pirtûkekê çap dike.. Navê pirtûkê jî datîne. Kafir – Allah sei Dank bin ich Atheist! ( Kafir- Elhamdulîllah ez xwedê nenas im!). Amed herweha ji bo mafên hevcînshezan anku LGBT jî çalakîyan li dar dixe. Amed Şerwan vê heftê bû mêvanê Bernama Kurdî.

Mêvanê heftê: Amed Şerwan

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 21.02.2021 09:24 Min. Verfügbar bis 21.02.2022 COSMO


Download

Stand: 21.02.2021, 13:26