Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Şaxa Zeytûnê, navê operasyona leşkerî ya Tirkîyeyê ya ser Efrînê bû, wê di sibata 2018an de dabû dest pê kirin. Piştî berxwedaneke du mehî ya hêzên Kurdî bajar bi temamî ket destê Tirkîyeyê û çekdarên Îslamî, ku pê re hatibûn. Efrîna Rengîn di domahîya şerê Sûrî de aram mabû, û heta mazûvanîya xelkê dikir, ku ji Heleb û deverên din ên şer revîyabûn. Lê ji roja yekem a dagirkerîya Tirkîyeyê û pê ve him bajar wêran bû û him jî Efrînîyên eslî ku ji bajêr dernektin tûşî tade û zordestîyê bûn. Navenda Lêkolînên Kurdî û Şêwirmendîya Huqûqî ya li Bonnê YASA tevî Dezgeheke Îngîlîzî ya Ceasefire li ser rewşa sivîlên li Efrînê raporek weşand. Me jî hûrgilîyên vê raporê ji YASA ji birêz Arif Cebo pirsîn.
Neuer Abschnitt
Stand: 02.08.2020, 19:01