Neuer Abschnitt
Neuer Abschnitt
Êzîdî ji fermanan re ne xerîb in. Dîroka Êzdayetîyê dîroka ferman û qirkirinan e. Û Fermana 74an jî berîya niha bi şeş salan, li Şingalê qewimî, ev karesat wekî kambaxtirîn karesata mirovî ya qirna 21 ket dîrokê. Daîşê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê kir dora 5 hezar xort û mêrên Êzîdî kuştin. Hovîtîya Daîşê bi tenê bi vê yekê sînordar nebû. Daîşê her weha ji 5 heta 7 hezar keç û jinên Êzîdî wekî xenîmeta şer hesiband û ew kirin carîye. Emrê wan keçikan ji 7 salî dest pê dikir. Ên ku dikarîn birevin jî berê xwe dan çiyayê Şingalê, ku li wê derê gelek ji wan bi rojan tî û birçî man, gelek zarok ji germana baeicîn. Bi ser Fermanê re 6 sal buhurîn û niha rewşa Êzîdîyan çawa ye? Me ji serokê Şêwra Navendî ya Êzîdîyên li Almanyayê, ji birêz Dr. İrfan Ortaç pirsî. Herweha xortê Şingalî Jamal Darwesh jîyana xwe ya piştî fermanê û ya li Almanyayê kir.
Neuer Abschnitt
Stand: 02.08.2020, 19:01