Live hören
Jetzt läuft: Frío von Omar Apollo

40 sal piştî şoreşa Îslamî

Ramin Zandnia

Civak

40 sal piştî şoreşa Îslamî

Bi ser şoreşa Îslamî ya Îranê re 40 sal buhurîn. Xumeynî di destpêka şoreşê ve herweha li dij Kurdên Rojhilat jî sîyaseteke hişk meşand û birayara girtin û kuştina gelek Kurdan da. Li gor raporeke Neteweyen Yekgirtî hîna jî nîvê girtîyên di zindanên Îranê de Kurd in. Çalakvanê sîyasî Ramin Zandnia rewşa li Îranê rave dike.

Di sala 1979an de bi şoreşa Îranê re Kurdan jî doza mafên xwe kirin. Lê belê Ayetullah Xumeynî piştî ku xwe wekî serekê şoreşê bi bav kir, di destûra nû de tu maf nedan Kurdan û li dij wan dest bi zexteke mezin kir. Bi hezaran Kurd hatin kuştin yan jî hatin girtin. Zindanên Îranê îro hîna jî tije girtîyên Kurd in. Çalakvanê sîyasî Ramin Zandnia vê heftê bû mêvanê Bernama Kurdî û 40 salên çûyî û rewşa zindanîyên Kurd rave kirin.

Ramin Zandnia li ser 40 salîya Komara Îslamî

COSMO Bernama Kurdî - Beitrag 08.09.2019 12:18 Min. Verfügbar bis 07.09.2020 COSMO

Download

Stand: 09.09.2019, 14:13