Li Enqereyê Kurd ji bo dijberîya AKPê dengê xwe bidin CHPê

Li Enqereyê Kurd ji bo dijberîya AKPê dengê xwe bidin CHPê

COSMO Video 27.03.2019 10:36 Min. COSMO

Enqere yek ji wan bajaran e, ku HDPê lê ji bo şaredarîya bajarê mezin namzet nîşan neda û bi vî awayî ne rasterat be jî piştgirîya namzetê CHPê dike. Rojnameger İrfan Aktan radigihîne, ku hilbijêrên Kurd pê ne kêfxweş in, ku ji neçarî dengên xwe bidin CHPê. Lê belê ji ber ku ew ji AKPê eciz in, pêkan e ku dengê xwe bidin CHPê. Aktan herweha bawer nake, ku piştî hilbijatinan hevkarîya HDP-CHPê berdewam bike, ji ber ku CHP ji propagandaya hikûmetê ya li dij xwe ditirse.