BERNAMA KURDI, So., 26.09.2021 Sendemitschnitt

BERNAMA KURDI, So., 26.09.2021 Sendemitschnitt

COSMO Bernama Kurdî 26.09.2021 59:59 Min. Verfügbar bis 26.09.2022 COSMO

Îro hilbijartinên ji bo Bundestag anku parlamentoya federal hatin li dar xistin. Jimartina dengan berdewam dike lê belê hêdî hêdî encamên pêş tên. Hevkarê me Kamil Basergan ewê ji me re wan encaman ragihîne. Emê herweha bi Dr. Kemal Sido re encamên pêşîn binirxînin û li ser îhtîmalên hikûmeta nû rawestin. Herweha emê hewlê bidin bi rêya telefûnî bîr û boçinên hin guhdarên bernama Kurdî werbigirin. Ka ew wan encaman çawa dibînin. Hozan Canê û keça wê Dîlan Örs piştî girtîgeh û darizandinên li Tirkiye'yê vegeriyan mala xwe Kölnê. Vê heftê şaredara Kölnê Henriette Reker bi Hozan Canê û Dîlanê re hevdîtin pêk anîn. Bernama Kurdî jî li wê derê amadebû. bêhtir agahiya di bernameya me de ye. Vê heftê Federasyonên Kurdistanî yên Almanya, Danmark, Fînland û Norwec li bajarê Gießenê hatin cem hev û wan damezirandina Konfedarasyona Kurdên Diyaspora anku Diakurd ragihandin. Hevkarê me Kamil Basergan ewê ji me bêhtir agahiyan ragihîne.