BERNAMA KURDI, So., 08.08.2021 Sendemitschnitt

BERNAMA KURDI, So., 08.08.2021 Sendemitschnitt

COSMO Bernama Kurdî 08.08.2021 59:59 Min. Verfügbar bis 08.08.2022 COSMO

Almanya piştî karesara lehiyê niha hewlê dide birînên xwe derman bike. Di vî warî de koma alîkariyê ya Êzîdiyan Lalish jî destê alîkarîyê dirêjî mexdûrên lehiyê dike. Di vî warî de em bi Newaf Êzîdxanî re dipeyivin, ku yek ji wan kesan e, ku vê komê bi rêxistin dike. Ev çend hefte ne Belarus sînora xwe ya digel Litvanyayê vekiriye da ku bi penaberan sextê li ser Yekitiya Ewropî bike, ku di nav wan de gelek hevwelatiyên Iraqê jî hene. Hevkarê me Kamil Basergan radigihîne. Hunermend Keça bi boneya 7'emîn salvegera Fermana Şingalê straneke bi navê 'Dayê li Êzîdxan rok nade der' weşand. Di 7emîn salvegera Fermanê herweha em bi nivîskar Newaf Mîro re li ser Rewşa Êzîdiyan û Şingalê dipeyivin.