COSMO Bernama Kurdî. 22.11.2020. 59:59 Min.. Verfügbar bis 22.11.2021. COSMO.
Piştî Fransayê, qedexe kirina rêxistina tundrew a neteweperest a Tirkan Gurên Boz li Almanyayê jî tê nîqaş kirin. Partîyên CDU/CSU, SPD, FDP Û Partîya Keskan pêşnîyarek anî, ku bi pirranîya dengan hat pejirandin. Ev rêxistin bi rastî jî dikare were qedexe kirin? Çima niha? Jomana Djoumma radigihîne. Corona-Update: SPD û CDU/CSU dixwazin Lockdown Light heta cejna Noelê were dirêj kirin. Li Duisburgê hejmara pêketîyan ji meha Sibatê ve di asta herî bilind de ye. Niha li pîrxaneyan jî nexweşî belav dibe. Hevpeyvîna digel Tanja Hemin. 25ê mehê Roja Navnetewî ya li dij Tunûtûjî ya ser Jinan e. Û îsal tê ragihandin ji ber Corona şîddeta navmalê jî zêdetir bûye. Seroka Meclîsa Întegrasyonê ya Bochumê Khonaf Hajo li ser şîddeta navmalê peyivî, ka şîddeta devkî tê çi ye û bandora wê li ser zarokan çi ye. Hajo herweha dibêje şîddeta navmalê li Almanyayê jî pirsgirêkek e lê jinên Alman bêhtir dengê xwe derdixin.