BERNAMA KURDI So., 29.08.2021 Sendemitschnitt

BERNAMA KURDI So., 29.08.2021 Sendemitschnitt

COSMO Bernama Kurdî 29.08.2021 59:59 Min. Verfügbar bis 29.08.2022 COSMO

Piştî Afxanistan'ê, biryar e Amerîka heta dawiya îsal ji Iraqê jî vekişe. Gelo Iraq jî bibe wekî Afxanistan û Daeş xurt bibe? Gelo Herêma Kurdistan'ê di metirsiyê de ye? Hevkarê me Kamil Basergan bersiva van pirsan dide. Muxalîfên ji Tirkiye'yê ev demek e li Almanya'yê jî dibin hedefa êrîşên nijadperestên Tirk. Di vî warî de partiya Keskan him ji hikûmeta Federal û him jî ji hikûmeta NRWê pirsa vê yekê kir. Gelo ev muxalîf li Almanya'yê di ewlehiyê de ne? Gelo hêzên ewlekariyê çi dikin? Bêhtir agahî di bernama Kurdî de ne. Çendîn Nûçeyên ser Corona û mijarên din jî di Bernama Kurdî de ne. Vê heftê mêvana Bernama Kurdî kemanjen Nûrê Dilovanî ye. Nûrê vê dawiyê komeke bi Dengê Destan ava kiriye, ku newayên Kurdî û Ermenî bi amûrên Kurdî û rojavayî lê dide.